Berdevkê Hevpeymanîya Nêvdewletî: DAIŞ hîn jî çalak e

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî yê li dijî DAIŞê li Iraqê û Sûriyê Myles B. Caggins ragihand, rêxistîna terorîst a DAIŞê hêj çalak e û çekdarên wê rêkxistînê metirsîne li ser deverê.
21.11.2019, Per - 11:10
Berdevkê Hevpeymanîya Nêvdewletî: DAIŞ hîn jî çalak e
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî yê li dijî DAIŞê li Iraqê û Sûriyê Myles B. Caggins beşdarî bernameya televizyona Kurdistan24ê bû û aşkere kir li gor zanyarîyan rêkxistîna DAIŞê, çend hezar çekdarek mane, hinek wek piştîvanîyên darayîya rêkxistînê kar dikin.

Herwiha Myles B. Caggins amaje bi wê yekê kir, bi kuştina kesekê yan serkirdeyeke DAIŞê, hizr û bawererîya tundrewîyê bi dawî nabe. Giring ewe ev îdeolojîya tundrew bidawî bihêt.

Di berdewamiya xwe jî da Myles B. Caggins behsa hevahengîya Hevpeymaniya Navdewletî ligel hêza Pêşmerge kir û amaje bi wê yekê kir, li gel Pêşmerge milbimil li dijî DAIŞê şer kirine û ew heva*karên Pêşmerge bûn li şerê dijî DAIŞê

Myles B. Caggins tekez li ser wê yekê jî kir, ku giringe bi awayeke cîhanî li metirsîyên DAIŞê binerîn. Pişkek ji xortan ji malbatên xwe dabirîyane û çûne di nav rêza wê rêkxistînê da û wan jî ev rewş ji xwe re bikaraniye. Lêbelê wê Hevpeymaniya Navdewletî nehêle DAIŞ careka din serî hilde.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 785 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:59:06