Berdevkê Hikûmetê: Em biryara Dadgeha Federal a Iraqê red dikin

Îro 26.01.2023yê berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, biryara Dadgeha Federak a Iraqê red dikin, ji ber ti binbehekî wê yê yasayî û destûrî tine.
26.01.2023, Per - 13:07
Berdevkê Hikûmetê: Em biryara Dadgeha Federal a Iraqê red dikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragehand: ‘’Biryara duh a Dadgeha Federal bê bingehekî yasayî, yan jî destûrî ye û tene dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê ye û heta dijî berjewendiyên hemû xelkê Iraqê ye.’’

Berdevkê Hikûmetê diyar kir: ‘’Me wekî hikûmet duh jî di beyanameyekî de ew biryar red kir. Ji ber ti bingehekî wê tine. Em di demekî de ne ku hewayekî erênî heye, hin lihevtêgeheştin di navbera herdu hikûmetan de ava bûye. Ji ber wê jî me daxwaz kir û di rêkeftina siyasî de jî heye ku divê yasayekî nû ji bo wê dadgehê bê danîn. Ji bere w dadgeh bê yasa kare xwe dike.’’

Cotyar Adil diyar kir: ‘’Em gotûbêjên li gel Hikûmeta Iraqê berdewam dikin û herdu hikûmet erkên wan heye û gotûbêj li ser hin mijarên din kirinê berdewam dikin, ku wekî di rêkeftina siyasî jî li ser hatiye kirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:24