Berdevkê PDKyê: Em amadekariyan bo piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dest pê dikin

PDK dest bi amadekariyên xwe ji bo piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike û dibêje, “Em hêvîdar in ku hilbijartin bi awayê demokrasî û pakij û zelal bên kirin, ku encamê wê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be.”
26.06.2024, Çar - 15:07
Berdevkê PDKyê: Em amadekariyan bo piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dest pê dikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed îro (Çarşem, 26.06.2024) li ser diyarkirina jivanê nû yê piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ragehandinek parve kir.

Mehmûd Mihemed amaje jî da, “Piştî diyarkirina jivanê nû yê hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve, partiya me ji bo piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dest bi amadekariyan dike. Em hêvîdar in ku hilbijartin bi awayê demokrasî û pakij û zelal bên kirin, ku encamê wê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be.”

Navbirî herwesa got, “Piştî ku di dema borî de PDKyê helwesta xwe ji bo tevlînebûna di hilbijartinan de ragehand, niha pareke kêmasiyên girêdayî rêkarên hilbijartinan hatiye çarekirina û pareke din di çarekirinê de ye û pareke mafên Herêma Kurdistanê hatiye vegerandin, lewma PDK tevlî piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dibe.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Partiya me li sala 2022ê gelek bizav kir ku berî temambûna jivanê qanûnî yê Perlemana Kurdistanê rêkarên pêdivî ji bo piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bên destpêkirin, lê mixabin gelek asteng hatin çêkirin, ku ew asteng wekî zirarên piroseya siyasî û qanûnî ji bo Herêma Kurdistanê vegeriyan û rengvedaneke xirab li beranberî desthilatê û mafên Herêma Kurdistanê li dû xwe anî. Piştî wê yekê jî me bizav kir wan pêşniyarên ku hebûn ji bo perlemana hilbijartî bihêlin, ji bo çarekirina wan bi awayekî qanûnî ku rê li vê yekê jî hat girtin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro di konferanseke rojnamevanî de ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li dû benda duyê, ji madeya dehê, ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmar yek a 2005ê ya edilandî, biryar li ser derxistina fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê da, ku diyarkirina roja 20.10.2024ê ye wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistana Îraqê

Her li dû wê fermana Serokê Herêma Kurdistanê, tevaya aliyên peywendîdar bi bicihanîna karên pêdivî ji bo alîkarî û hevahengiyê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re ji bo bicihanîna vê fermanê pabend dibin.

Her îro Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî jî di derheqa destnîşankirina roja hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ragehand, “Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan pêşwaziya jivanê diyarkirî yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike, ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin.”

Vî nûçeyê tevayî: 216 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:55:29