Berdevkê YNKê: Nabe Bexda mûçeyên xelkê bi pirsgirêk û nakokiyên siyasî ve girê bide

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, nabe Bexda mûçeyên xelkê bi nakokiyên siyasî ve girê bide.
05.08.2023, Cts - 16:47
Berdevkê YNKê: Nabe Bexda mûçeyên xelkê bi pirsgirêk û nakokiyên siyasî ve girê bide
Nuçe Belav bike

Berdevkê YNKê Soran Cemal Tahir di bersiva peyamnêrê K24ê de ragihand, ew ligel PDKê di Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de ne û beşeke mezin ji rêkeftinên di aliyên hevpeymaniyê de hatine cîbicîkirin, lê nabe pirsgirêk û nakokî bi mûçeyên xelkê ve bên girêdan.

Derbarê projeyasaya petrol û gazê de jî Soran Cemal Tahir got, divê razemendiya gelê Kurdistanê li wê projeyasa hebe û ne li dijî destûrê be.

Roja 27ê Cotmeha 2022an, bi amadebûna 253 parlamenteran, li ser bingeha rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê (rêkeftinek di navbera Sunnî, Şîe û Kurdan de hatiye îmzekirin), parlamentoya Iraqê dengê erê da kabîneya Mihemed Şiya Sûdan.

Derbarê şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de jî, Sûdanî pêştir ragihandibû, Herêma Kurdistanê rojane 55 hezar bermîlên petrolê ji bo bikaranîna navxwe bide Hikûmeta Iraqê û li gorî rêkeftinê jî, dê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 687 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:18