Parlamenterê Partiya Lîberal a Almanyayê Peter Heidtê ku partiya wî beşek ji wê hevpeymaniyê ye ku Hikûmeta Federal a Almanyayê pêk tîne, roja 13ê îlonê li Berlînê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî re axivî.
92 endamên Partiya Lîberal di Parlamentoya Federal a Almanyayê de hene û Peter Heidt endamê Komîteya Mafên Mirovan û Komîteya Perwerde û Teknolojiyê ye.
Peter Heidt got, ti cudahî di navbera penaxwazekî ji Îraqê û tu welatekî din de li Almanyayê nayê kirin.
Piştî pejirandina biryara mayîna hêzên Almanyayê li Îraq û Herêma Kurdistanê, projeya biryarê dê biçe parlamentoyê.
Peter Heidt diyar kir ku ew bawer dike ku hemû parlamenterên partiya wî dê deng bidinê û got:
"Em dixwazin bi vê yekê peyamekê bidin ku ewlehî ji bo me çiqasî girîng e, xasma jî li bakurê Îraqê."
Herwisa Heidt dibêje "Meşq û rahênana Pêşmerge hertim ji bo me tiştekî girîng bû û cihekî wê yê girîng hebû û me ji bo wê kar kiriye."
Peter Heidt herwiha diyar kir ku berjewendiyeke wan a mezin ji pêşketina aştiyane ya Îraqê heye û got:
“Em dixwazin piştgiriya Îraqê bikin û em dixwazin piştrast bin ku aramî li wir cihgirtî ye û di heman demê de jî ev peyamek e ji Îranê re ku aramiya Îraqê hertim li ba me girîng e. Em hest dikin ku Îran carinan bandoreke xirab li ser Îraqê çêdike."
Hevpeyvîna Rûdawê ya Berpirsê Dosyaya Mafên Mirovan ê Partiya Lîberal a Almanyayê Peter Heidt re bi awayî ye:
Gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê. Bila pirsa min a yekem ev be ku gelek kes ji me dipirsin ku Kurdên Êzidî û gelek Îraqî hene ku dixwazin bizanin dê çarenivîsa wan çawa be? Kî mafê penaberiyê distîne, çima piraniya wan tên dersînorkirin?
"Me di dawiya sala borî de qanûna Şansê Mayîna li Almanyayê derxist da ku kesên ku demeke dirêj li Almanyayê ne, heta radeyeke baş entegre bûne (xwe guncandine) û dikarin bi ziman biaxivin, dibe ku fêrî pîşeyekê jî bûbin an karekî wan li Almanyayê hebe; mafê mayîneke misoger bi dest bixin. Lê divê ew daxwazên xwe li gor vê qanûna nû pêşkêş bikin. Loma ez bawer dikim ku gelek kes hîna nizanin, lewra ez tenê ji vir dikarim reklamê bikim ku ez dixwazim xelk vê yasayê qebûl bikin û daxwazên xwe pêşkêş bikin.
Herwiha, me ji berpirsên Fermangeha Koçberan re gotiye ku ji kerema xwe daxwazan pir erênî binirxînin û biryarên erênî bidin daku bi awayekî ji bo redkirina daxwazan hewl neyê dayîn. Ji kerema xwe daxwazan bi awayekî erênî bipejirînin û mafê rûniştina misoger bidin wan kesan."
Lê gelek koçber hene ku kar dikin an fêrî pîşeyekê dibin, lê mafê penaberiyê wernegirtine?
"Loma dibe ku hewce bike ku ew daxwaznameyeke nû pêşkêş bikin. Çimkî yasaya kevn ne baş bû, me niha ew guhartiye û baştir kiriye, lewra çêtir e ku ew ji destpêkê ve daxwaznameyeke nû pêşkêş bikin daku bikarin mayîneke (îqameyeke) misoger bi dest bixin."
Dema serokwezîrê Îraqê serdana Almanyayê kir, şêwirmendê Almanî daxwaz ji wî kir ku Îraqiyên ku mafê mayîna wan li Almanyayê nîne, vegerînin; ew kî ne?
"Dibe ku ew kes bin ku tawanek li Almanyayê kirine. Em dixwazin kesên ku tên Almanyayê prensîbên bingehîn ên azadî û demokrasiya me qebûl bikin. Herwisa, tu sûcekî nekin. Mesele ne ew e ku binpêkirineke yasaya trafîkê ye yan wek mînak carekê gulopa sor a trafîkê derbas kiribe lê mesele ew e ku bi rastî tawanek kiribe û dadgehê ew kes bi kirina sûcekî mehkûm kiribe.
Kesên wiha mafê rûniştinê (îqameyê) wernagirin; ev ne tenê ji bo Îraqiyan, lê ji bo her kesî ye, li şûnê Hindiyekî û kesekî ji Amerîkaya Başûr û …hwd jî li xwe digire. Çi kesê ku tawanek kiribe, rê nayê dayîn ku li Almanyayê bimîne."
Baş e, tu berpirsê Dosyaya Komîteya Mafên Mirovan li Parlamentoya Federal î û tu endamê Partiya Lîberal î. Gelo Almanya dixwaze Êzdiyan dersînor bike?
"Rê nayê dayîn ku Êzidiyên asayî werin dersînorkirin, tew heke mafê wan ê rûniştina dayîmî (îqame) jî nebe lê Êzidiyên ku tên dersînorkirin bi rastî bi yasayên berkar, hatiye piştrastkirin ku tawanek kirine. Lê li vir axaftin li ser hejmareke pir hindik e ku bi rastî wan li xwe digire."
Hejmara koçberên Îraqî yên ku navê wan di lîsteya dersînorkirinê de cih digire, li ba te heye?
"Li navendê tu zanyariyeke me li ser vê nîne, çimkî mijara dersînorkirinê berpirsyariya herêmên federal e; wek mînak, niha herêma Hessen an jî Baden-Wurttemberg; divê tu ji her yekî ji wan bipirsî ka çend kes li ba wan hene ku divê bên dersînorkirin."
Baş e, gelo koçberên Kurd û Êzdî jî di nav de, ku li Almanyayê dijîn û mafê penaberiyê wernegirtine û tu tawanek jî nekirine, wê çarenûsa wan çawa be?
"Tu dizanî; em weke endamên parlamentoyê nikarin bi tena serê xwe alîkariya takekesan bikin. Lê bêguman, hertim girîng e ku têkiliyê bikin û nameyan bişînin ji bo ku em bibînin ka em dikarin alîkariya wan bikin an ji bo Komîteya Mafên Mirovan û Komîteya Daxwaznameyan li parlementoyê binivîsin. Çimkî bêguman pêkan e ku di şaştiyek di rêveberiyekê de hatibe kirin. Li Almanyayê jî ev heye. Lê meriv dikare alîkariya qanûnî bistîne; parêzerên baş li Almanyayê hene ku dikarin piştgiriyê bikin.
Herwiha, em bi Serokê Encûmena Navendî ya Şêwirmendê Êzidiyan rêzdar Ortac re di peywendiyê de ne; ew ê hefteya bê yan jî vê hefteyê were Berlînê daku bi me re biaxive. Bi min re û herwiha bi hevkara min Derya Turk-Naxbawer ji Partiya Sosyal Demokrat re jî biaxive. Çimkî em dixwazin danûstandineke me ya nêz hebe, ji ber ku ew dixwaze bi me re serdana Îraqê bike. Em dixwazin bizanin ka em li navendê dikarin çi bikin ji bo alîkariya Kurd û Êzdiyên li vir li Almanyayê."
Baş e, we ji min re got, biryar e hûn bi şandekê re serdana Herêma Kurdistanê bikin ji bo ku hûn bibînin ka Peymana Şingalê gihîştiye ku derê. Hûn çawa dikarin alîkariyê bikin ku ev peymanê bê bicihanîn?
"Almanya di van salên borî de nêzîkî du milyar euro piştgirî da Îraqê, em dixwazin vê berfirehtir bikin. Îsal parlamentoya Almanyayê komkujiya Êzdiyan wek jenosîd nas kir. Ev biryar gelek xalan li xwe digire, lewra ez ê ligel hevkarên xwe yên di hevpeymaniya partiyên di hikûmetê de serdana Îraqê bikim. Birêz Frank Schwab serokatiya şandê dike û em dixwazin bi zelalî bibînin ka çi pirsgirêk li meydanê hene û em wek endamekî parlamentoya federal dikarin ji hikûmetê re bibêjin hûn dikarin vê û wê bikin.
Herwisa, em dixwazin bi Kurdên li wir re biaxivin û bibînin ku em dikarin li ku derê piştgiriya wan bikin. Çimkî em di wê baweriyê de ne ku divê derfet bi Êzdiyan were dayîn ku bikarin bi piştrastî li cîwarên xwe bi cih bibin, daku bikarin bi ewledarî bijîn û herwiha divê asoyeke wan ji bo jiyana wan hebe.
Armanca me ev e, loma jî biryar e ku em dawiya cotmehê û serê meha mijdarê serdana xwe pêk bînin û gotûbêjên xwe bînin cih."
Birêz Heidt, haya we jê heye ku hikûmeta Almanyayê gulopa kesk ji bo dirêjkirina mayîna hêzên Almanyayê li Îraq û Herêma Kurdistanê pêxistiye. Hûn ê li parlementoyê kengî dengê xwe bidinê û ma hûn ê wê biryarê bipejirînin?
"Em ê biryarê di serê hefteya bê de yan piştî du hefteyan bidin. Ji bo vê yekê, du hefte li ber destê me hene, divê bê mêzekirin ka ew ê kengî û li ku were bicihkirin. Niha kar li ser hûrgiliyên karnameya parlamentoyê tê kirin. Ji ber vê yekê pir girîng e û em dixwazin peyamekê bişînin.
Wek hertim, berjewendiyeke me ya mezin di pêşketina aştiyane ya Îraqê de heye, ku em dixwazin piştevaniya Îraqê bikin û em dixwazin piştrast bin ku aramî li wir cihgirtî ye û di heman demê de jî ev peyamek e ji Îranê re ku her dem aramiya Îraqê li ba me girîng e. Em hest dikin ku Îran carinan bandoreke xirab li ser Îraqê çêdike."
Partiya we dê deng li ser bide?
"Erê, bê guman em ê bipejirînin. Bêguman divê fraksiyonên parlamentoyê deng li ser bidin. Ez pir di wê baweriyê de me ku hemû hevkarên min di fraksiyona min de dê razî bin ku dengê erê bidin. Çimkî ev ji bo min weke kes jî pir girîng e. Meşq û rahênana Pêşmerge hertim ji bo me girîng bû û me ji bo wê kar jî kiriye. Hevalekî min berê li Îraqê canê xwe ji dest da, mirineke xwezayî bû, tevî vê jî pir bandor li min kir.
Hefteya borî min serdana monumenteke artêşa Almanya li Schwielowsee-ê kir. Navê wî jî li wir hebû. Ez di wê baweriyê de me ku em dixwazin bi vê peyamekê bidin ku ewlehî, nexasim li bakurê Îraqê çiqasî ji bo me girîng e. Berpirsiyarî li ser milê me heye û em li Komara Federal a Almanyayê pir û pir bi kêfxweşî vê berpirsiyariyê bi cih tînin."