Bexda û Hewlêr li ser hevahengiya serbazî gotûbêjê dikin

Wezareta Pêşmerge ragihand, Serokerkan Îsa Uzêr ligel Fermandarê Firqeya 14 ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Neynewa civiya.
22.06.2022, Çar - 14:28
Bexda û Hewlêr li ser hevahengiya serbazî gotûbêjê dikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge ragihand, Serokerkan Îsa Uzêr ligel Fermandarê Firqeya 14 ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Neynewa civiya.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, îro çarşemê 22yê Hezîrana 2022yan, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr pêşwazî li Fermandarê Firqeya 14 ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Neynewa Ebdullah Remezan El Cibûrî û şanda pê re kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di hevdîtinê de li ser hevahengî û pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê gotûbêj hat kirin, bi taybetî li deverên hevbeş ên navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Artêşa Iraqê ku cihên valahiya ewlehiyê ne

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamkirina hevkarî û hevahengiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hat kirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, ji bo berqerarkirina aramî û seqamgîriya navçeyê, pêwîstiya me bi karê hevbeş heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 505 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:11:35