Bexdayê komîteyek bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî pêk anîye

Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê radigihîne, nabe ti hêzek li derveyî destûr û yasayan di nava Iraqê de bê damezrandin. Da zanîn jî, Bexdayê komîtek ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî pêk anîne.
04.07.2019, Per - 09:49
Bexdayê komîteyek bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî pêk anîye
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê Beşîr Hedad di hevdîtinekê bi rojnamevanan re daxwaz ji hêzên çekdar ên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, pirsgirêkan ji Bexda û Hewlêrê re dirust nekin û rewşa navçê li ber çav bigirin, ji ber ku Iraq û Herêma Kurdistanê nikarin şer û nexweşiyên din hilgirin.

Di beşeke din a wê hevdtîtinê de Beşîr Hedad ragihand, li Bexdayê komîteyek ji bo çareserkirina pirsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî pêk hatiye û çendîn civîn jî kirine, tê çaverêkirin di demeke nêzîk de pirsgirêkên wan navçeyan bêne çareserkirin.

Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê amaje bi wê jî kir, Bexda bi tenê nikare pirsgirêkên wan navçeyan çareser bike, armaniya navçeyên Kurdistanî pêwîstiya wan bi vegera hêza Pêşmerge û hevahengiya bi hêzên Iraqî re heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 922 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:51