Beyan Samî Ebdurehman: Amerîka dê her dem wekî hevpeyman ligel me bimîne

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê ragihand, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di asta bilind de ji aliyê Amerîkiyan ve hat pêşwazîkirin.
16.06.2023, Cum - 07:59
Beyan Samî Ebdurehman: Amerîka dê her dem wekî hevpeyman ligel me bimîne
Nuçe Belav bike

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê ragihand, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di asta bilind de ji aliyê Amerîkiyan ve hat pêşwazîkirin û got: "Amerîka dê her dem wekî hevpeyman ligel me bimîne."

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman ji ajansaKurdistan24ê re ragihand, berjewendiyên me yên hevbeş li gel Amerîkayê hene û em dixwazin ligel me bimînin û ew jî dixwazin ligel me bin.

Beyan Samî Ebdurehman dibêje: "Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Amerîkayê li ser asteke bilind hat pêşwazîkirin û çend hevdîtinên girîng li gel Amerîkiyan pêk anîn û yekem hevdîtina wî jî li gel Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bû."

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê ragihand, di civîna ligel Amerîkîyan de behsa yadaştnameya Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîka hatiye kirin, ku her du alî pabend in bi rêkeftina di navbera xwe de.

Herwiha di civînê de behsa mijara vegera koçberên Êzidî bo Şingalê û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê jî hatiye kirin, ku pêwîst e ew rêkeftin were cîbicîkirin da ku koçberên Êzidî vegerin warê xwe.

Beyan Samî Ebdurehman got: "Berpirsiyariya hikûmeta Iraqê ye ku rêkeftina Şingalê cîbicî bike û divê bi cidî li ser cîbicîkirina wê rêkeftinê û derxistina hêzên milîs ên ku bûne sedema nearamiyê li navçeyê."

Li ser encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî ragihand: "Pirsa encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji alîyê Iraqê ve arîşe çêbûne û prose hêdî bi rê ve diçe, lê divê hilbijartin bên kirin ji ber ku hilbijartin bingeha proseya demokrasiyê ye."

K24
Vî nûçeyê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:27:34