Bi amadebûna Mesrûr Barzanî salvegera derkeftina biryara 1325ê ya taybet bi jin, aştî û ewlehiyê ve tê kirin

Bi amadebûna Serokwezîrê Kurdisatnê Mesrûr Barzanî, salvegera derkeftina biryara 1325ê ya Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ya taybet bi jin, aştî û ewlehiyê ve tê kirin.
31.10.2023, Sal - 07:31
Bi amadebûna Mesrûr Barzanî salvegera derkeftina biryara 1325ê ya taybet bi jin, aştî û ewlehiyê ve tê kirin
Nuçe Belav bike

Îro roja Sêşemê, 31ê Cotmeha 2023ê, seet 11:00 ê sibehê, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, salvegera derkeftina biryara 1325ê ya Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ya taybet bi jin, aştî û ewlehiyê ve li Hewlêrê tê kirin.

Biryara 1325ê li roja 31ê Cotmeha 2000ê ji aliyê Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ve bi navê “jin, aştî, ewlehî” hatibû derxistin, biryara yekê bû ku Civata Ewlehiyê li ser jinan derxist, ew jî piştî derkeftina bandorên nerênî yên şeran li ser rewşa jinan.

Biryara 1325ê piştî konfiransa cîhanî ya taybet bi jinan ve bû, ku li sala 1995ê li bajarê Pekînê hatibû kirin. Jinên piraniya welatên cîhanê tevlî wê konfiransê bûbûn. Ji Herêma Kurdistanê jî Pexşan Zengene tevlî wê konfiransê bûbû, ku girêdayî bandorên nerênî yên şeran li ser jinan û berbelaviya tundûtîjiyan bû.

Ji bo bicihanîna biryarnameya 1325ê, biryara 1889ê ji aliyê Sikirtariyeta Civata Neteweyên Yekgirtî ve li sala 2009ê hat derxistin, ku ji çar bingehên serekî ji bo parastina jinan û çarekirina arêşeyên wan pêk hatiye, ew jî ev in; rêgirtin, parastin, tevlîbûn û destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:57