Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî pira Ranya-Bingird tê vekirin

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro 27ê Gulanê pira Ranya-Bingird a li Îdareya Serbixwe ya Raperînê tê vekirin.
27.05.2024, Pts - 10:13
Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî pira Ranya-Bingird tê vekirin
Nuçe Belav bike

Kevirê bingehîn ê pira Ranyayê di sala 2021ê de ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatibû danîn. Pire li ser Zêyê Biçûk e û bi bihayê 11 milyar û 387 milyon û 745 hezar û 800 dînar hat cibicîkirin.

Pira Ranya-Bingird 420 metre dirêj e, 15 metre fireh e û 32 metre bilind e. Pire Raperîn, bajarokê Dukan û Silêmaniyê bi hev ve girêdide û çûnûhatina welatiyan, bazirganî, geştiyarî û çandiniyê hêsantir dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ya pira Ranyayê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dibîne ku xizmeteke hêja ji bo herêmê bike. Îro em li vir in ji bo danîna kevirê bingehîn ê pira Ranya-Bingirdê ku dê bibe pireke stratejîk ji bo xizmeta vê herêmê. Herwiha ew ê alîkar be ku cotkar berhemên xwe bigihînin bazarê û dê bibe pirek ji bo vejandina sektorên geştyarî û bazirganiyê jî.”

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:44:34