Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da alîkariyên ji bo astengdaran berdewam bibe, ku di heman demê de mûçeya mîratgiriya xanenişîniyê werdigrin.
Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo hemû çînên Herêma Kurdistanê de û ji bo garantîkirina maf û îmtiyazên astengdaran û xwedî pêwîstiyên taybet, bi liberçavgirtina debara jiyana wan, îro pêncşemê 25ê Tebaxa 2022yan bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biyar hat dayîn ku dayîna alîkariya astengdariyê bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet berdewam be, ku di heman demê de mûçeya mîratgiriya xanenişîniyê werdigrin.”
Li gor datayên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane bi qasî neh milyar û 200 milyon Dînar dide 107 hezar astengdaran, piştî çaksaziya hikûmetê di lîsteya mûçexuran de di pişkinînan de derketiye holê ku hejmarek ji wan kesan bi navê xanenişîniyê mûçe werdigrin bi neyasayî mûçe wergirtine.