Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Herîr dibe bajar

Qayimqamê Herîrê radigehîne, “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hejmara 451 Herîr bû bajark”.
12.03.2024, Sal - 11:11
Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Herîr dibe bajar
Nuçe Belav bike

Qayimqamê Herîrê Şêrwan Celal Beg îro (Sêşem, 12.03.2024) ji ajansa K24ê re ragehand, “Berî niha Herîr komelgeheke girêdayî bajarkê Şeqlaweyê bû, lê li dû biryara herêmî ya hejmar 423 û bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi hejmar 451 li roja 31.01.2024ê û bi biryara Kargêriya Parêzgeha Hewlêrê bi hejmar 3162 li roja 10.03.2024ê, bi awayekî fermî biryar hat dan ku Herîr bibe bajark.

Qayimqamê Herîrê herwesa got, “46 gund girêdayî Herîrê bûn, niha jî ew 46 gund dê her girêdayî Herîrê bimînin, lê komelgeha Basirmeyê jî êdî girêdayî Herîrê ye ku ew jî 54 gundan vedigire, yanî niha bi tevahî Herîrê 100 gund hene”.

Şêrwan Celal Beg amaje jî da, “Niha navê Herîrê ji komelgehê bo bajarkî hat guhertin, her ji ber wê yekê daxwaziyên me dê zêdetir bibin”.

Navbirî di derheqa kar û pilanên bajarkê Herîrê de jî got, “Niha pêdivîtiya me bi birêveberiyeke tandirustiyê, birêveberiyeke perwerdeyê û fermangeheke tapoyê heye”.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 393 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:56