Bi fermana Serokwezîr kampînek ji bo destdanîna ser çekên bê molet li qezaya Xebat dest pê kir

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Xebat û derdora wê kampanyek ji bo desteserkirina çekên neyasayî dest pê kir û bo çend rojan berdewam dibe.
09.04.2023, Paz - 20:03
Bi fermana Serokwezîr kampînek ji bo destdanîna ser çekên bê molet li qezaya Xebat dest pê kir
Nuçe Belav bike

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bin serperiştiya rasterast a Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, hêzên polîs û asayîşê îro 9ê Nîsana 2023an hejmarek xalên pişknînê li nava bajarê Xebat û derdora wê danîn, bi mebesta destdanîna ser çekên qaçax.

Kampîn bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê çend rojan berdewam bike û ji bilî çekên bê molet, dê û otomobîlên ku bi plakeyên wan sexte ne jî bên desteserkirin.

Ev kampanyaya Wezareta Navxwe di demekê de ye, çend roj in ji ber pirsgirêkên civakî, şer li bajarê Xebat û derdora wê rû didin. Welatiyên bajêr çendîn car li dijî vê diyardeyê nerazîbûn nîşan dane û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine ku dest deyne ser çekên neyasayî.

Êvara Înê li bajarê Xebatê yê ser bi Hewlêrê ve di encama şer û pevçûna di navbera du malbatan de, ciwanekî 27 salî canê xwe ji dest da. Asayîşa Hewlêrê 14 berguman desteser kirin û dest danîn ser hejmareke mezin a çekan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:28