Bijîşkê Dad a Bexdayê 3 sale karê vegerandina 171 termên enfalbûyan bipaş dixe

Parlamenterekî kurd li encûmena nûnerên Iraqê aşkera kir, ji ber bêxemiya Bijîşkê Dad a Bexdayê 3 sale biryara vegerandina 171 termên enfalbûyên kurd ji Herêma Kurdistanê re tê bipaşxistin.
03.01.2023, Sal - 07:23
Bijîşkê Dad a Bexdayê 3 sale karê vegerandina 171 termên enfalbûyan bipaş dixe
Nuçe Belav bike

Endamê encûmena nûnerên Iraqê yê ser bi fraksiyona PDKê Şivan Mihemed ragehand: ‘’Ev 3 sale termên 171 enfalbûyên kurd bi armanca testa DNA li Bijîşkê Dad a Bexdayê ne û mixabin karê testên wan û kesûkarên wan nehatine temam kirin û ev yek jî bûye sedem ku ew termane heta naha nevegerin Herêma Kurdistanê.’’

Herwaha got: ‘’Di dema lêkolîn û dûvçûna ji bo sedemê wê bêxemiyê jî berpirsên Bijîşkê Dad a Bexdayê ji me re gotin, ji ber şiyana darayî û hewkarnebûna aliyên pêwendîdar ew prose paş ketiye, lê li gor me ew bahane lewazin. Ji ber pêwendî bi Herêma Kurdistan û berjewendiyên Herêma Kurdistanê ve heye ew xwe ji wî karî dûr dixin û giran dikin.’’

Şivan Mihemed got: ‘’Ji ber wan sedeman karê vegeran û testên gorên komî yên kurd li çolên Iraqê paş ketine. Ev çend sale 10 gorên komî yên enfalbûyan li çolên Semawe hatine dîtin û hatine diyar kirin lê ji ber wê bêxemiyê Bijîşkê Dad û hikûmeta Iraqê karê derxistina wan û testên wan paş xistiye.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:58:36