Bombeyek bi otomobîla Hêza Parastina Êzidîxanê de teqiya

Fermandarê Hêza Êzidîxanê li Şingalê Heyder Şeşo, bombeyek bi otomobîla Cîgirê Fermandarê Fewca Hêza Parastina Êzidîxanê teqiya, bêyî li ziyanên canî rû bide.
03.08.2022, Çar - 13:23
Bombeyek bi otomobîla Hêza Parastina Êzidîxanê de teqiya
Nuçe Belav bike

Heyder Şeşo diyar kir, ew ji bo bîranîna salvegera jenosîda Êzidiyan li leşkergeha wan bûn, bombeyek bi otomobîla Cîgirê Fermandarê Fewca Hêza Parastina Êzidîxanê ve hatibû kirin, ji bo ew bê li nava leşkergeha wan biteqe, lê belê bombe teqiya û ti ziyanên canî derneketin.

Destnîşan kir jî, berî heşt salan Êzidî hatin jenosîdkirin, lê belê heta niha bandora wê jenosîda maye û berdewam e, ji ber ku ji sedî 70 zêdetir yê Êzidiyan nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Destnîşan kir jî, berî heşt salan Êzidî hatin jenosîdkirin, lê belê heta niha bandora wê jenosîda maye û berdewam e, ji ber ku ji sedî 70 zêdetir yê Êzidiyan nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Heyder Şeşo got: “Tevî ku berjewendiyên xelkê li ber çav nehatiye girtin jî, em ligel cibicîkirina rêkeftina Şingalê dikin. cibicînekirina rêkeftinê, vedigere ku desthilatên kê li Şingalê bihêtir bin. Aliyê ku rêkeftinê cibicî nake, di vê rewşê de berjewndiyên wê li Şingalê tên pêkanîn.”

Got jî: “Netewên Yekgirtî derbarê rewşa Şingalê de xemsar e û fişarê li hikûmeta Iraqê û aliyan nake ta ku rêkeftinê cibicî bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 554 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:58