Bombeyeke PKKê bi otomobîleke gundiyên Sîdekanê de teqiya

Li nahiya Sîdekanê ya ser bi Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ve, bombeya ku ji aliyê PKKê ve hatibû bicîkirin bi otomobîleke gundiyan de teqiya.
06.04.2023, Per - 09:41
Bombeyeke PKKê bi otomobîleke gundiyên Sîdekanê de teqiya
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Li zozana Sîneganê ya li Sîdekanê bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de teqiya.

Qeymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, welatiyên gund ji bo komkirina giyayan çûne wê herêmê, di teqîna bombeyê de ti ziyanên canî nebûn.

Berî niha jî çekdarên PKKê li ser rêyên sereke yên Sîdekan û deverên din bombe bi cih kiribûn û di encamê de ziyan gihîştibû hêzên Pêşmerge, gundî û geştiyaran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 918 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:13:05