Brîtanya: Dem ji bo çareserkirina pirsgirêkan guncav e

Balyozê Birîtaniya li Iraqê Jon Wikle, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî vexwend welatê xwe.
16.01.2018, Sal - 06:09
Brîtanya: Dem ji bo çareserkirina pirsgirêkan guncav e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja duşemê 15.01.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li balyozê Brîtanyayê li Iraqê Jon Wilks û Konsulê Giştiyê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Martin War û şandeya bi wan re kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Di civînê de rewşa navçeyên bi giştî û rewşa Herêma Kurdistanê û hilbijardinên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî hatin nirxandin.

Pêşhatên siyasî, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî danûstanidnên vê dawiyê di navebra şandeya Herêma Kurdistan û şandeya hikûmeta Iraqa Federal, di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekîd li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga Hewlêr û Bexdayê li ser astên cuda ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û avêtina gavan ber bi afirandina atmosferekî guncav ji bo danûstandin li ser tev pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê bikin.

Balyozê Brîtanyayê got ku ew dê bi cidî lêbixebitin hemû arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bibin û niha atmosferekî baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.

Şanda Brîtanyayê careke din Nêçîrvan Barzanî bo Brîtanyayê vexwaand ku di demek nêzîk de serdana wî welatî bike.

Rewşa herêmî, rewşa herêma Kurdistan, hilbijartinên Îraq û yên Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên civînê bûn.

Hêjayê gotinê ye Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May 12ê Berfanbara 2017ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi rêya telefonê vexwendibû welatê xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1049 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:48