Brîtanya piştevaniyên xwe ji bo Pêşmergeyan berdewam dike

Paşkoyê Serbazî yê Balyozxaneya Brîtanyayê li Îraqê bi Serokerkanê Wezareta Pêşmerge re tekez dike ku, Brîtanya dê li ser piştevanîkiriina hêza Pêşmergeyan berdewam be.
05.08.2024, Pts - 09:58
Brîtanya piştevaniyên xwe ji bo Pêşmergeyan berdewam dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge duh roja Yekşem, parve kir, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr bi Serokê Paşkoyê Serbazî yê Balyozxaneya Brîtanyayê li Îraqê General Gream Wearmouse û şanda pê re civiya.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de danûstandin li ser alîkarî û hevahengiyên welatê Brîtanyayê ji bo hêzên Pêşmergeyan hat kirin, şanda Paşkoyê Serbazî yê Balyozxaneya Brîtanyayê li Îraqê jî soza berdewamiya alîkariyên xwe ji bo Pêşmergeyan tekez kir.

Wezareta Pêşmerge eşkere jî kir, di wê civînê de danûstandin li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin kirin, herwesa her du aliyan tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên xwe kir.

Her di wê civînê de, danûstandin li ser dawî pêşveçûnên piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge hatin kirin. Di vî warî de jî, Paşkoyê Serbazî yê Balyozxaneya Brîtanyayê li Îraqê piştevaniya xwe ji bo wê piroseyê tekez kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:55:17