Çapemeniya Silêmaniyê nepeniya serdana Bafil Talebanî bo Bexdayê aşkera kir

Yek ji medyayekî Silêmaniyê aşkera kir, Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, ku naha wekî Serokê YNKê xwe ser partiyê sepandiye, gef li Bexdayê xwariye ku, eger dadgeh di berjwendiya wî de biryarê nede dê xwe vekêşîne li Bexdayê.
14.02.2023, Sal - 15:26
Çapemeniya Silêmaniyê nepeniya serdana Bafil Talebanî bo Bexdayê aşkera kir
Nuçe Belav bike

Duh 13.02.2023yê Hevserokê YNKê Bafil Talebanî hevdîtinek li gel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan pêkanî û piştre di daxuyaniyekî de bangeşeya wê yekê kir ku xwedê girawî behsa hindek mijarên pêwendîdar bi Herêma Kurdistanê re kiriye, lê medyayekî Silêmaniyê jî sedemê pişt wê serdanê aşkera kir.

Malpera Drew Medya ya Silêmaniyê bi zimanê çavkaniyekî nêzîk li Lahur Cengî ve belav kiriye ku, ji ber dosya Lahur Cengî li Dadgeha Temyîz a Iraqê ye, Bafil Talebanî gef xwariye ku eger biryara dadgehê di berjewendiya Lahur Cengî de be, dê xwe li Bexdayê vekşîne.

Heman malper bi zimanê heman çavkaniyê diyar kiriye ku, Bafil Talebanî li Bexdayê givaşekî zêde pêkaniye û piraniya rêveberên aliyên şîe yên Iraqê dîtiye û gefa xwe vekêşandinê xwariye.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:35