Cebar Yawer: Pêşmerge di şerê rojavayê Mûsilê de ne beşdar e!

Serokwezîrê Iraqê operasyona azadkirina rojavayê Mûsilê ragehand û sekreterê giştî yê wezareta Pêşmerge jî dibêje: ‘’Pêşmerge di şerê azadkirina rojavayê Mûsilê de ne beşdar e.’’
19.02.2017, Paz - 13:25
Cebar Yawer: Pêşmerge di şerê rojavayê Mûsilê de ne beşdar e!
Nuçe Belav bike

Îro 19.02.2017ê serokwezîrê Iraqê destpê kirina operasyona azadkirina rojavayê Mûsilê ragehand û di yekem êrîşa artêşa Iraqê de jî heta naha sê gund li rojavayê Mûsilê hatine rizgarkirin.

Derbarê beşdarbûna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya operasyona azadkirina rojavayê Mûsilê de sekreterê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê di cîhê xwe de bimîne, ti erkeke me di wê planê de tineye û em beşdarê vê planê nînin.’’ Herwaha got: ‘’Heta naha bi fermî li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daxwaza alîkariyê nehatiye kirin ku beşdarî vê operasyonê bibin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1365 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:00:08