Çekdarên PKKê Pêşmergeyek ji Şingalê revand

Li nahiya Gurezêr a ser bi Şingalê ve, hejmarek ji çekdarên PKKê Pêşmergeyek ji nava mala wî revand.
06.06.2022, Pts - 06:05
Çekdarên PKKê Pêşmergeyek ji Şingalê revand
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, çekdarên PKKê bi 3 otomobîlan bi ser mala Pêşmerge Xalid Reşo Berekat a li nahiya Giruzêr ve girtin û ew revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Malbata wî Pêşmergeyî ji K24ê re tekez kir, wan 24 demjimêr molet dane çekdarên PKKê, ji bo Xalid azad bikin, eger na, dê helwesteke wan a din hebe.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 722 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:03:48