Cenazeyên 14 welatiyên di teqîna Silêmaniyê de canê xwe ji dest dan hatin veşartin

Cenazeyên 14 welatiyên ku di teqîna Silêmaniyê de canê xwe ji dest dabûn, li goristana Kelekinê bi amadebûna bi hezaran merivên wan û şêniyên Silêmaniyê, rayedarên hikûmetê û partiyan hatin veşartin.
19.11.2022, Cts - 11:00
Cenazeyên 14 welatiyên di teqîna Silêmaniyê de canê xwe ji dest dan hatin veşartin
Nuçe Belav bike

Cenazeyên 14 welatiyên ku di teqîna Silêmaniyê de canê xwe ji dest dabûn, li goristana Kelekinê bi amadebûna bi hezaran merivên wan û şêniyên Silêmaniyê, rayedarên hikûmetê û partiyan hatin veşartin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cafer Şêx Mistefa beşdarî merasîma veşartina cenazeyan bû û ragihand ku îro piştî nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê ji bo beşdariya şîna qurbaniyan serdana Silêmaniyê bike.

Şeva 17ê Mijdara 2022an li bajarê Silêmaniyê ji ber teqîna tanka gaza LPGê maleke 3 qatî hilweşiya û 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Cenazeyên 14 welatiyên ku di teqînê de canê xwe ji dest dan birin Mizgefta Baba Şêx a Silêmaniyê û li wir nimêj hat kirin. Piştre cenaze bi merasîmeke girseyî ji nava kolanên Silêmaniyê ber bi goristanê hatine birin û bi beşdariya bi hezaran kesî hatine veşartin.

Cenazeyê hostayê gazê û yek ji kesên ku di teqînê de canê xwe ji dest da Husên Gulkar, di pizîşkiya dadî ya Silêmaniyê de maye û biryar e ji bo Rojhilatê Kurdistanê were şandin û li Baneyê were veşartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:31:15