Cîgira Wezîrê Derve ya Îtalyayê gihîşt Hewlêrê

Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Serini bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê.
03.06.2022, Cum - 10:31
Cîgira Wezîrê Derve ya Îtalyayê gihîşt Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Serini ji aliyê Wezîrê Veguhestinê yê Herêma Kurdistanç Ano Cewher ve hat pêşwazîkirin.

Herwiha Marina Serini du roj in li Berxdayê ye û îro ji bo gotûbêjkirina li ser şêwirmendên serbazî yên Îtalyayê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, gihîşte Hewlêra paytext.

Ligor zanyariyan, di çarçoveya vê serdanê de pêwendiyên Hewlêr û Romayê jî dê werin gotûbêjkirin, ji bilî vê, Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê dê serdana deverên ku ji ber şerê DAIŞê wêran bûne, bike

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 578 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:59:03