Cîgirê nû yê Berpirsê Operasyonên Wezareta Pêşmerge hat dîyarkirin

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Lîwa Bextiyar Mihemed Sadiq, posta Cîgirê Serokê Erkanê ji bo Operasyonên di navbera Lîwa Qereman Şêx Kemal û Lîwa Necmeddîn Omer Qadir de guhert.
06.07.2022, Çar - 05:27
Cîgirê nû yê Berpirsê Operasyonên Wezareta Pêşmerge hat dîyarkirin
Nuçe Belav bike

Serfermendar Necmeddîn Omer îro Sêşemê wek cîgirê nû yê Seroka Wezareta Pêşmerge dest bi kar kir.

Di merasîmê de xebat û pêngavên rêzdar Qareman Şêx Kemal ku roleke giring û bibandor di avakirin û birêxistinkirina Wezareta Pêşmerge de hebû û her wiha ji aliyê Sekreterê Giştî û efserên pilebilind ên wezaretê ve hat bilindkirin û serkeftin ji bo wî hat xwestin.

Di heman merasîmê de, bi boneya destbikarbûna wî weke Cîgirê Serokê Erkanê ji bo karûbarên operasiyonan, pîrozbahî li Serdar Necmedîn Omer hate kirin û piştevaniya Wezareta Pêşmerge jî hate dupat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:09