Cîgirê Serokê Parlamentoyê û 2 parlementerên PDKê dest ji kar dikşînin

Piştî PDKê di heyama borî de kongreya xwe ya 14emîn li bajarê Duhokê pêkanî û piştî kongreyê biryar da ku hin guhertinan di organên partiyê de pêkbîne.
13.12.2022, Sal - 18:10
Cîgirê Serokê Parlamentoyê û 2 parlementerên PDKê dest ji kar dikşînin
Nuçe Belav bike

Vê derbarê de endama Parlamentoya Kurdistanyê ya ser bi fraksiyona PDKê Ciwan Yunis Rojbeyanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî kongreya 14emîn a PDKê û guhertin di piraniya organên partiyê de destpê kiriye. Li gor biryar divê ewên ku di payeya asta polîtburo û Komîteya Navendî de bin ji karê hikûmet û parlamentoyê divê dest bikşînin.’’

Derbarê dest ji kar kêşana endamên Komîteya Navendî yên di karên hikûmet û parlamentoyê de, parlamenter Lîza Felakedîn Kakeyî û Ciwan Yunis Rojbeyanî dê dest ji kar bikşînin.

Rojbeyanî vê derbarê de got: ‘’Piştî dest ji karkêşanê 3 endamên yedek li gor rêjeya dengên xwe serkeftine dê di cîha Hêmin Hewramî de Cîha Teyib Bergarî, di cîha Ciwan Yunis Rojbeyanî de jî Zerî Newzad, di cîha Lîza Felakedîn Kakeyî de jî Turkiye Sidîq Goran dê bibin parlamenter.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Piştî ku em dest ji kar bikşînin, di organên partiyê de dest bi kar bikin û em di xizmet kirinê de berdewam in.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:40