Çîroka Hisênê ku li Kerkûkê bi alaya Kurdistanê şehîd ket

Hisên berî ku şehîd bikeve alaya Kurdistanê bi otomobîla xwe ve daliqandibû.
04.09.2023, Pts - 11:06
Çîroka Hisênê ku li Kerkûkê bi alaya Kurdistanê şehîd ket
Nuçe Belav bike

Ew li kolaneke Kerkûkê di nav xwepêşanderan de digeriya û piştî demjimêrekê xebera şehadeta wî dane birayê wî Ehmed.

Ew alaya ku di destê wî de bû jî li ber konê şîna wî hat daliqandin.

Hisên Sabîr li ser cadeyeke Kerkûkê benzîn difirot û zewicî bû.

Bi şehadeta wî kurek û 5 keç bê bav man.

“Di Çilê Îmam Hisên de ew kuştin”

Birayê Hisên, Ehmed Sabîr bi girî ji Nûçegihanê Rûdawê re axivî û ji kujerên wî re got:

“Xwedê te nehêle. Navê wî Hisên bû, di roja Îmam Hisên de li Siwêreyê (bajarekî Şîeyan) ji dayik bû.

Di Çilê Îmam Hisên de ew kuştin.”

Ehmed Sabîr herwiha behsa şehîdbûna birayê xwe kir û got:

“Nizanim çima ji benzînxaneyê derket, li dû wî ketin û ji paş ve lêxistin.

Hêzên reş le wî dan lê ez nizanim kîjan hêzên reş li wir bûn.”

Tîma Rûdawê li Kerkûkê çû şîna şehîdekî din ê xwepêşandanên roja şemiyê.

Kolanên Kerkûkê bi leşkeran hatine dorpêçkirin

Di navbera her du şînan de hemû kolanên Kerkûkê bi leşkeran hatine dorpêçkirin.

Heval Star ê 38 salî jî şehîdekî din bû, zewicî bû û bavê 3 keçan bû.

Heval li ser coterêya Serçinarê bi doçkeyê hate gulebarankirin.

Xizmên Heval li dijî hêzan serî li dadgehê da, birayê wî Herdî Star anî ziman:

“Wî xwe şuşt û got ez dê herim wan xortan bînim, kurê min û kurê birayê min ê din (di dema xwepêşandanan de) êdî çû û venegeriya.

Guleyek bi serê wî ketiye û guleyek jî li milê wî daye. Her du guleyên doçkeyê ne.”

4 kes şehîd xistin, 15 kes jî birîndar kirin û zêdetirî 40 kesî jî desteser kirin

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê ji bilî gulebaranê ku 4 kes şehîd xistin û 15 kes jî birîndar kirin û zêdetirî 40 kesî jî desteser kirin.

Qasim Ehmedê bavê yek ji wan xortên ku ji şeva borî ve nediyar e, çû nexweşxane û navenda polîsan lê ti agahî li ser wî bi dest neketiye.

“Kurê min (Eyad Qasim Ehmed) di nav xwepêşanderan de bû û li bazara Rehîmawayê hatiye dîtin.

Ew çûbû Şorawê (taxek) û min telefonî kir got, ez di nav xwepêşandanan de me. Ji wê şevê ve nediyar e.”

Roja şemiyê li bajarê Kerkûkê ji bilî şehadetan 8 otomobîl jî hatine şewitandin û zerareke mezin gihiştiye kolan û cadeyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:59