Civata Aborî ya Îraqê ji Serok Barzanî re: Civînên me li Hewlêrê bimifa bûn

09.09.2024, Pts - 17:58
Civata Aborî ya Îraqê ji Serok Barzanî re: Civînên me li Hewlêrê bimifa bûn
Nuçe Belav bike

Şanda Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê ji Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Serokê Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê Fuad Hisên, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Pilandananê yê Îraqê Mihemed Elî Temîm, Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî, Sikirtêrê Giştî yê Civata Wezîrên Îraqê Hemîd Neîm Xizîr, Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê Elî Muhsin Îsmaîl û hejmareke berpirsên din ên Hikûmeta Îraqê ji Wezaretên Derve, Pilandanan, Darayî, Petrol, Bazirganî, Pîşesazî, Kanza, Çandin, Kar û Karûbarên Civakî û herwesa Sikirtariyeta Civata Wezîrên Îraqê û Banka Navendî ya Îraqê û Desteya Kaxezên Darayî ya Îraqê pêk hatibû.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, “Zêdebarî diyarkirina dilxweşiya xwe ji bo serdana wan ji bo Herêma Kurdistanê, şanda mêvan di wê hevdîtinê de rêz ji bo rolê dîrokî yê Serok Barzanî di avakirina Îraqa nû û xebata li dijî diktatoriyê de hebû, herwesa wê şandê armanca serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê û danûstandinên bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî ji Serok Barzanî re berçav kir.”

Wekî ku amaje pê hatiye dan, “Şanda mêvan tekez kiriye ku çavpêkeftin û civînên wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bimifa bûn û merema wan ew e ku, hemî alî di rewşeke pirî bawerî û lênêrîneke şefaf û avaker de bigehin hevfêmkirineke temam, pêxemetî çarekirina arêşeyan û nehêlana astengan.”

Şandeke Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di wê hevdîtinê de amade bûbû, ku ji Wezîrê Navxwe, Wezîrê Darayî, Serokê Dîwana Civata Wezîran û hejmareke din ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatibû.

Her di wê hevdîtinê de, “Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda bilind a Hikûmeta Îraqê ya Federalî kir û hêvî xwast ku, wan serdan û hevdîtinan encamekî erênî ji bo hemî Îraq û Herêma Kurdistanê hebe.”

Baregayê Barzanî herwesa amaje daye, “Di pareke din a wê hevdîtinê de, Serok Barzanî ronahî berda ser dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê li sedsala bîstê û herwesa ji amadebûyîyên wê civînê re ragehand, ji piştî sala 2003ê ew pêşbînî hebû ku Îraqeke nû bê avakirin ku bibe mînaka pêkveiyan û wekhevî û demokrasî û rengîniyê li deverê.”

Serok Barzanî tekez jî kir, “Xebata gelê Kurdistanê ji bo çespandina wekhevî û mafên wê ye û nabe li şûna rêzgirtina li daxwaziyên gelê Kurdistanê û qerebûya Enfal û kîmyabaranan, bizav ji bo wê yekê bê kirin ku dozeke dîrokî û xebat û qurbanîdana bêhejmar a Kurdistanê di mijara mûçeyan de bê biçûkkirin an jî bizav ji bo têkdana Herêma Kurdistanê bê kirin.”

Serok Barzanî di berdewamiya gotinên xwe de tekez jî kir, “Baştirîn rê ji bo nehêlana arêşeyan bikaranîna awayê hevfêmkirin û diyaloga navbera Hikûmeta Îraqê ya Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Serok Barzanî giring dibîne ku ji bo çarekirina arêşeyan “Hemî alî vegerin destûrî û tevî wê jî pabendî wê lihevkirina siyasî bibin a ku aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê li ser lihev kiriye.”

Di pareke din a wê civînê de hatiye, Serok Barzanî rêz ji bo rol û bizavên Serokwezîr Sûdanî ji bo nehêlana astengan û çarekirina arêşeyan hebû, herwesa tekez jî kir ji bo biserxistina piroseya diyalogê û çarekirina arêşeyan, tevî pabendbûna bi destûrî û lihevkirinên siyasî, divê niyetpakijî û îradeyeke rastîn jî ji bo çareseriya arêşeyan hebin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 202 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:13:09