Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê: PKK bi bername bizavê ji bo terorkirina welatiyan û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike

- Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê radigehîne, “Koma têkder a PKKê ji ber bomba nûsandî erebeya berpirsekî bilind ê hizbî li baajrê Kelarê kir armanc.”
17.07.2024, Çar - 10:05
Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê: PKK bi bername bizavê ji bo terorkirina welatiyan û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

 

 

Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê duh roja Sêşem,ragehandinek parve kir û tê de hatiye, “Ev demek e koma têkder a PKKê bi awayekî bernamekirî bizavê ji bo terorkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û kadir û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, bi karên xwe yên şerxwazane zirarê digehînin ser û malên welatiyên Herêma Kurdistanê.”

Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, “Di dawî kiryara wê ya şerxwazane de li roja 15.07.2024ê bi rêya bomba nûsandî erebeya berpirsekî bilind ê hizbî li bajarê Kelarê kir armanc.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Wê koma têkder di dema sê salên borî de gelek welatî û endamên hêzên bergiriyê li Kurdistanê kirine armanc, ku hejmareke wan şehîd bûn û herwesa di hejmareke karên xwe yên têkderane de serkeftî nebûn û hatin pûçkirin û ew kom bi wê yekê jî ranewestiya, belkî bi şewitandina cihên giştî û sûk û molan li Herêma Kurdistanê û deverên din kîna xwe darêt û bû sedema gehandina zirarê ji bo kedkar û welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê.”

Herwesa tekez jî kiriye, “Ew kom bûye alavek ji bo bazirganîkirin û belavkirina madeyên hişber û karên neqanûnî li deverê û li ser astê navdewletî.”

Herwesa amaje daye, “Ev zêdegaviya koma têkder a PKKê paşeroja deverê dixe ber metirsiya herêmî û navdewletî û rengvedanên nerênî û nexwastî li dû xwe tîne, berdewamkirina wan kiryaran bê bersivê nabe û serkirdetiya wê komê ji her encamp û rengvedanekê berpirs e.”

Tekista ragehandina Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê

Ev demek e koma têkder a PKKê bi awayekî bernamekirî bizavê ji bo terorkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û kadir û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, bi karên xwe yên şerxwazane zirarê digehînin ser û malên welatiyên Herêma Kurdistanê.

Di dawî kiryara wê ya şerxwazane de li roja 15.07.2024ê bi rêya bomba nûsandî erebeya berpirsekî bilind ê hizbî li bajarê Kelarê kir armanc.

Wê koma têkder di dema sê salên borî de gelek welatî û endamên hêzên bergiriyê li Kurdistanê kirine armanc, ku hejmareke wan şehîd bûn û herwesa di hejmareke karên xwe yên têkderane de serkeftî nebûn û hatin pûçkirin.

Ew kom bi wê yekê jî ranewestiya, belkî bi şewitandina cihên giştî û sûk û molan li Herêma Kurdistanê û deverên din kîna xwe darêt û bû sedema gehandina zirarê ji bo kedkar û welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê.

Ew kom bûye alavek ji bo bazirganîkirin û belavkirina madeyên hişber û karên neqanûnî li deverê û li ser astê navdewletî.

Ev zêdegaviya koma têkder a PKKê paşeroja deverê dixe ber metirsiya herêmî û navdewletî û rengvedanên nerênî û nexwastî li dû xwe tîne, berdewamkirina wan kiryaran bê bersivê nabe û serkirdetiya wê komê ji her encamp û rengvedanekê berpirs e.

Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê

16ê Tîrmeha 2024ê

 

Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:19