Civata Rûhanî ya Êzidiyan: Bila PKK hêzên xwe ji Şingalê vekişe

Hazim Tehsîn Beg da zanîn, ku Civata Rûhanî ya Êzidiyan daxûyaniyekê amade dike û dê daxwaza rawestandina şer û vekişandina hêzên ser bi PKKê ji Şingalê bike.
03.03.2017, Cum - 11:45
Civata Rûhanî ya Êzidiyan: Bila PKK hêzên xwe ji Şingalê vekişe
Nuçe Belav bike

Hazim Tehsîn Beg da zanîn, ku Civata Rûhanî ya Êzidiyan daxûyaniyekê amade dike û dê daxwaza rawestandina şer û vekişandina hêzên ser bi PKKê ji Şingalê bike.

Kurê Mîr Tehsîn Begê Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê, Hazim Mîr Tehsîn Beg ji Rûdawê re ragihand, ku derbarê bûyerên îro yên li Komalgeha Xanesorê de Civata Rûhanî ya Êzidiyan dê daxuyaniyekê belav bike.

Hazim Mîr Tehsîn Beg daxuyand, ku dê ev daxûyanî li ser sê xalan be û xala yekemîn jî dê daxwaza rawestandina şer be.

Hazim Mîr Tehsîn Beg got; “Em naxwazin li Şingalê şer çêbibe. Şingal Kurdistan e û em naxwazin li Kurdistanê di nav kurdan de şer çêbibe.”

Li gorî gotina Hazim Mîr Tehsîn ew dixwazin Şingal, Sinûnê û Xanesorê bikevin bin desthilata Herêma Kurdistanê û ev yek jî di daxuyaniya wan de bibe xala duyemîn.

Hazim Mîr Tehsîn Beg herwiha got; “Em daxwaz ji birayên xwe yên PKKê dikin ku ji herêmê derbikevin. Em naxwazin li herêma me şerê birakujiyê çêbibe

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1203 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:46:48