Civata Weîzran danûstandinê li ser hûrbînkirina hijmara mûçexuran dike

Îro Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê kom dibe û danûstandinan li ser pirsa hûrbînkirina hijmara mûçexuran û destpêkirina birêkirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê dike.
11.10.2023, Çar - 11:50
Civata Weîzran danûstandinê li ser hûrbînkirina hijmara mûçexuran dike
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medyayê û Zanyaran ragihand, îro roja Çarşemê, 11ê Cotmeha 2023ê, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî kom dibe.

Di para yekê ya kombûnê de, dawî pêngav û pêşveçûnên hûrbînkirina hijmara mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tîma Hevpar a Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û Herêmê ve dê bên berçavkirin.

Di para duyê ya kombûnê de, dê danûstandin li ser mijara destpêkirina birêkirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê û dawî pêşveçûnên vê pirsê di navbera Îraqê û Tirkiyeyê de bên kirin.

Para sêyê ya kombûnê dê taybet li ser berçavkirina raporetkê li ser rewşa pêkhatên Herêma Kurdistanê be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 490 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:47:06