Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û çend mijar dê civînê de bên gotûbêj kirin.
26.06.2024, Çar - 11:30
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive
Nuçe Belav bike

Îro 26.06.2024ê bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ve, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive.

Di beşa yekem a civînê de rewşa xizmetguzariyên elektrîkê li Herêma Kurdistanê yên di demsala germa havînê û hewldanên wezareta elektrîkê yên ji bo baştirkirina xizmetguzariyan di vê demsalê de dê bên gotûbêj kirin. Herwaha gotûbêja pêşneyarên wezareta elektrîkê yên derbarê biryara berê ya Civata Wezîran a bi hejmara 249 a roja 27.03.2024ê ya taybet ji bo daşkandina sedî 20ê deynê elektrîkê yê hemwelatiyan dê bê gotûbêj kirin.

Di beşa duyem a civînê de raporta Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq  a derbarê rêveçûna merasîma Hec a îsal û tevdîrên wezaretê yên derbarê heciyan de û mijara wefatkirina heciyan, ku hejmarek ji heciyan jî yên Herêma Kurdistanê bûn û raporta wê derbarê de dê bê xwandin. Heman demê de Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî raportek derbarê aliyên tenduristî de pêşkeş dike.

Di beşa sêyem a civînê de çend mijarên din li xwe digre ku pêktên ji; mijarên peywendîdar bi mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ve û tevdîr û mekanîzmayên cîhbicîhkirina pêbendiyên li hember hikûmeta federal, lîsteya mûçeyê mehane ya mûçexwarên Herêma Kurdistanê, proseya hûrbînî ya hevbeş a herdu dîwanên çavdêriya darayî ya federal û Herêma Kurdistanê, bi bankayî kirina mûçe, mijara terazî ya dûvçûna mehane ya hemû saziyan, beşa xezîneya federal di dahata derveyî petrolê ya mehane de Herêma Kurdistanê, rêxistinkirina padaşta Amerîkayê ya ji bo hêzên Pêşmerge dê bên gotûbêj kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:28