Civata Wezîran danûstandinan li ser biryara wergirên mûçeyên şehîd û enfalkiriyan dike

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û tewerekê serekî yê wê civînê dê danûstandinên li ser biryara wergirên mûçeyên şehîd û enfalkiriyan be.
20.12.2023, Çar - 12:15
Civata Wezîran danûstandinan li ser biryara wergirên mûçeyên şehîd û enfalkiriyan dike
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medya û Zanyaran ragehand, îro (Çarşem, 20ê Berçileya 2023ê) Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, bi serperiştiya Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Civata Wezîran Qubad Talebanî, dicive.

Pareka wê civînê dê berçavkirin û xwandina yekê ya made û bendên reşnivîsa yekê ya rênimayên karkirina biyaniyan li Herêma Kurdistanê be.

Pareka dî dê girêdayî bicihanîna biryara berê ya Civata Wezîran li ser wergirên mûçeyên şehîd û enfalkiriyan be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 484 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:25:37