Serok Barzanî ligel Bafil Talebanî civiya

Civîna Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Pîrmamê civînek pêkanî.
04.08.2022, Per - 13:35
Serok Barzanî ligel Bafil Talebanî civiya
Nuçe Belav bike

Hat diyarkirin ku Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî û Serokê Şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê Fûad Husên jî di civînê de amade ne.

Li gor çavkaniyekî pilebilind ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) YNKê daxwaz kiriye ku hemû nakokiyên di navbera her du partiyan de bi yek pakêtê bên çareserkirin. PDK jî ji bo ku wek yek şande beşdarî danûstandinên li Bexdayê bibin, li ser çareserkirina pirsgirêkan amade ye.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û anî ziman, “Li Pîrmamê bi amadebûna Dr. Fûad Husên û Qubad Talebanî, Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir.”

Baregeha Barzanî li ser armanca civînê got, “Di civînê de ji bo nirxandina rewşa niha ya Iraqê û pêşhateyên wê hatin gotûbêjkirin û li ser yekrêziya navmala Kurdan biryar hat dayîn ku;

Ji bo helwesteke yekgirtî ya hêzên siyasî yên Kurdistanê li hember pirsgirêkên ku Iraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyê bûne kar bê bikin û civînên ji bo vê armancê berdewam bin.

Roja 18ê Tîrmeha 2022an Serokê Şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê Fûad Husên li Silêmaniyê bi Serokê YNKê Bafil Talebanî re civiya û biryar dan ku civînek di navbera Serok Barzanî û Serokê YNKê Bafil Talebanî de were encamdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 553 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:57:45