Ciwanê ku li Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî hatibû zindanîkirin, hat azadkirin

Ciwanekî Kurd li Kerkûkê piştî destesekirin û êşkencekirina ji aliyê Heşda Şeibî be, îro hat azadkirin.
03.01.2023, Sal - 16:59
Ciwanê ku li Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî hatibû zindanîkirin, hat azadkirin
Nuçe Belav bike

Piştî belavbûna raporta Kurdistan24ê ya li ser êrşkencekirina xortekî Kurd yê bi navê Alan Necat ji aliyê çend endamên Heşda Şeibî ve li Kerkûkê û piştre desteserkirina wî ji aliyê Asayîşa Niştimanî ya Kekûkê ve, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah rasterast kete têkiliyê û ew xort îro hat azadkirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah berpirsên ofîsa xwe ya li Kerkûkê raspartiye ku li ser vê mijarê lêkolînê bikin û ew kesên ku destê wan di vê tawanê de heye, werin sizadan.

Ofîsa Şaxewan Ebdullah a li Kerkûkê piştî serdana Alan Necat, dilniyayî dane ku ew piştevaniya wî dikin û li ser vê mijarê lêkolînê bikin û ew qebûl nakin ti welatiyekî Kurd li Kerkûkê rastî neheqiyê were.

Herwiha eşkere kir, li ser daxwaza Şaxewan Ebdullah, ji bo lêkolîna vê mijarê lijneyek hatiye pêkanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:43:46