CNK: Em şopdarên Barzani'yê Nemir in!

Îro 43 saliya salvegera koça dawî ya general û rêberê mezin ê kurdan Mela Mistefa Barzanî yê Nemir e. Beriya bi 43 salan weke îro 01.03.1979an de Mela Mistefa Barzanî ji bernexweşiyê koça dawî kir.
01.03.2022, Sal - 18:21
CNK: Em şopdarên Barzani'yê Nemir in!
Nuçe Belav bike

Rêberê millete me rêkxerê tevgera azadîxwaz a Kurdistan\'ê Nemir Mela Mistefa Barzanî jiyanake pir bi tekoşîn borand û di dirêjahiya temenê xwe de her ji bo azadiya millete kur têkoşîn kir.

Nemir Mela Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de jiserhildanên kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir. Wîwelatperwerî ji birayên xwe Şêx Abdusselam, Şêx Ehmed, Şêx Mihemed Siddiq, Şêx Babo wergirt û di dema ragihandinaKomara Kurdistanê li Mahabadê li Meydana Çarçirayê amade bû.

Li Komara Kurdistanê ya Mahabadê bû generalê Pêşmergeyênû pêşengiyê serbazî yê Komara Kurdistanê.

Piştî hêzên Îranê êrişî Komara Kurdistanê Kurdistanê kirin disala 1946an de Nemir Mela Mistefa Barzanî daxwazê ji QazîMihemed dike ku bergiriyê bikin û bersiva artêşa Şahê Îranêbidin. Qazî Mihemed biryara şer qebûl nake. Dema QazîMihemed biryara mayînê dide, Ala Kurdistanê jî wekemanetekê teslîmî Mele Mistefa Barzanî dike.

Di heman sala 1946an de Mela Mistefa Barzanî bi 500 Pêşmergeyên xwe re derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe. LiSovyetê jî bo mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan. Di sala 1946ê de li Yekîtiya Sovyetan, Partiya Demokrata Kurdistan a Iraqê tê damezrandin û Mele Mistefa Barzanî, dibe serokê partiyê.

Piştî di sala 1958an desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, NemirMela Mistefa Barzanî vedigere Kurdistanê.

Bi rêya danûstendin û dîplomasiyê ya Nemir Mela MistefaBarzanî destura Iraqê ya nû hat pesendkirin û di destûrê de mafên kurdan hemû hatin pesendkirin.

Piştî bi çend salan rejima Iraqê dest bi şer li dijî Kurdistanê kir û êrîşî Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Beramberî êrîşan MelaMistefa Barzanî jî, di Îlona 1961ê de dest bi şoreşê kir. ŞoreşaNarzanî tesîr li hemû parçeyên Kurdistanê kir û gelek serkeftîbû.

Şoreşa Mela Mistefa Barzanî heta sala 1970ê berdewam kir û bi serweriya Nemir Mela Mistefa Barzanî 11ê Adara 1970ê Otonomiya Kurdistanê hat qebûlkirin.

Herwiha piştî qebûlkirina Otonomiya Kurdistanê rejima Beasa Iraq\'ê di sala 1974an de êrîşî Kurdistanê kir û Mela MistefaBarzanî jî bergirî li xelk û xaka Kurdistanê kir.

Ligel şerê li sere çiyayên Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî biarmanca dîplomasî û peydakirina piştevaniyê li millete kurd û Kurdistanê serdana Amerîkayê kir.

Ji ber nexweşiyê li Amerîka\'yê Mela Mistefa Barzanî di sala 1979\'an de koça dawî kir.

Nemir Mela Mistefa Barzanî nav û dengê doza meşru ya kurdan li hemû dinyayê belav kir.

Em rêberê mezin ê millete kurd Nemir Mela Mistefa Barzanî bi hürmet yad dikin û aşkere dikin em şopdarê wî û rêbaza wîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:53