Dadgeha Federal a Iraqê dê derbarê Parlamentoya Kurdistanê biryarê bide

Dadgeha Federal a Iraqê îro têkildarî mijara dirêjkirina temenê Parlamentoya Kurdistanê dicive. Şêwirmendekê Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê jî dibêje, tenê maye dadgeh biryarê bide û her tişt yek alî bûye.
30.05.2023, Sal - 11:20
Dadgeha Federal a Iraqê dê derbarê Parlamentoya Kurdistanê biryarê bide
Nuçe Belav bike

Li gor bernameya îro ya Dadgeha Federal a Iraqê, dê sê dosye werin gotûbêjkirin, yek ji wan dozeke li ser dirêjikirina temenê Parlamentoya Kurdistanê ye.

Şêwirmendê Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê, Wirya Seidî ji bo Rûdawê re ragehind, ew weke tîma şêwirmendên Parlamentoya Kurdistanê di civîna îro ya dadeghê de amade nabin û got, ya ku pêwîst bû wan kiriye û hemû belgename û bergiriyên yasayî pêşkêş kirine.

Wirya Seidî got, çûn û neçûna wan bo dadgehê weke hev e tiştekî ji biryara dadgehê naguhere, lewra ew naçin civîna îro.

Bi gotina Şêwirmendê Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê, dadgehê biryara xwe daye û tenê maye ku biryara xwe ragihîne.

Roja 9ê Comthea 2022an, Parlamentoya Kurdistanê di civînekê de bi piraniya dengên parlamenteran temenê wê gera parlamentoyê heta dawiya sala 2023an dirêj kir. Ew yek di demekê de bû ku di 6ê Mijdara 2022an de temenê yasayî yê parlamentoyê bi dawî hat.

Doza li dijî dirêjkirina temenê wê gera Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Seroka Fraksyona Nifşê Nû di Parlamentoya Iraqê de Sirwe Ebdulwahîd ve hatiye tomarkirin.

Paşê heman doz ligel sê giliyên din ên li ser heman mijarê ku ji aliyê serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasuwar Ebdulwahîd û Serokê Fraksyona Nifşê Nû di Parlamentoya Kurdistanê de Kawe Ebdulqadir ve hatibûn tomarkirin, bi hev re hatin girêdan û di dosyeyekê de hatin komkirin.

Aliyên ku doz vekirine, daxwaz dikin yasaya hejmar 12 a roja 9-12-2023an a taybet bi dirêjkirina temenê xûla pêncem a Parlamentoya Kurdistanê bê hilweşandin. Ew alî dibêjin, “naveroka yasayê ligel her du madeyên 5 û 20 ên Destûra Iraqê nakok e, herwiha naveroka wê yasayê mafê destûrî yê diyarkirî yê di madeya 51 a yasaya hilbijartinê ya Parlamentoya Kurdistanê ya hejmar 1 a sala 1992an binpê dike.”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbiajrtinên Iraqê bi nivîseke fermî bersiva Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê daye ku di civîna xwe ya bihorî de (7ê Gulana 2023) derbarê serpireştîkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de jê xwestibû helwesta xwe ragihîne.

Roja 24ê Gulana 2023an, Rêveberê Giştî yê Fermangeha Partî û Rêxistinên Siyasî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbiajrtinên Iraqê, Hêman Tehsîn ragihand, nûnerê yasayî yê Komîsyona Hilbijartinên Iraqê dê di civîna bihê ya Dadgeha Federal de amade be û dê helwesta me ji dadgehê re ragihîne.

Bi gotina Hêman Tehsîn, Herêma Kurdistanê xwedî komîsyona xwe ya taybet e û ya baş ew e ku ew komîsyon serpireştiya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bike, lê ew dikarin alîkar bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 519 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:00