Efserê Bedirxan Zêbarî ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 10:00ê şeva derbasbûyî (07-09-2017), 6 terorîstên DAIŞê li nêzîkî gundê Xeraîc ketine kemîna pêşmerge.”
Zêbarî herwiha da zanîn: “Yek ji wan jî ji destê pêşmerge nefilitî. 3 terorîst di pevçûnê de hatine kuştin, yek ji wan xwe teqand û 2 terorîst jî bi dîl hatine girtin.”
Bedirxan Zêbarî da zanîn, ku di pevçûnê de ti ziyanek negihiştiye pêşmergeyan.
Efserê Pêşmerge berdevama axaftina xwe de diyar kir: “Pêşmerge li çeperan hişyar in û tê zanîn, ku ev der xeta reva wan e. Ti çekdarek nikare xwe nêzîkî çeperên me bike.”
Wek tê zanîn ku Artêşa Iraqê roja 31-08-2017 ragihand, ku tevahiya navçeya Tileferê ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin. Çekdarên DAIŞê yên ji herêmê direvin, dixwazin bi riya herêmên bin kontrola pêşmerge ve derbasê Sûriyê bibin. Lewma heta niha bi sedan çekdar hatine kuştin û bi sedan jî hatine girtin.