DAÎŞ li Hewîcê gellek Kurdên sivîl înfaz kir

Li Başûrê Rojhilata Bajarê Kerkûk hat îddia kirin ku DAÎŞ'ê li herêma Hewîcê 27 kurdên sivîl înfaz kiriye.
11.08.2017, Cum - 08:14
DAÎŞ li Hewîcê gellek Kurdên sivîl înfaz kir
Nuçe Belav bike

Li gorî çapemeniya Îran'ê ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyên herêmî de tê ragihandin ku DAÎŞ'ê 27 kurdin li herêma Hewîcê ku dil girtîbûn jiber ku li gorî xwestekên DAÎŞ'ê tevnegeriyane ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine înfaz kirin.

Tê zanîn ku jiber têkçûnên dawî DAÎŞ herêmên dibin kontrola xwe de li hember sivîlan komkujî pêktîne. Sedem jî ew e ku ew insan bêne tirsandin û tevlêbûyîna hêzên ku dijî wan şer dikin asteng bikin.

Wek tê zanîn ku piştî dagirkirina xaka Hewîce DAÎŞ livir gellek komkujî kirine û bajêr hêj jî di destê DAÎŞ'ê de ye.

KRDNews
Vî nûçeyê tevayî: 1393 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:58