Daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrişa li ser firokexaneya Silêmaniyê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir
08.04.2023, Cts - 07:35
Daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrişa li ser firokexaneya Silêmaniyê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Reftara desthilateke xwesepandinê ya partiyekê li Silêmaniyê bû sedema asmanê Tirkiyê li pêş Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de girtin û piştre êrîş lê bê kirin, di encamê de jî welatiyên me yên li herêmê baca şaştiyên wan bidin.”

Daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Em nîgeraniya xwe ji êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê nîşan didin. Ev rewşa tirsnak ji encama dagîrkirina saziyên hikûmetê û bikaranîna wan ji bo karên neqanûnî ye.

Reftara desthilateke xwesepandinê ya partiyekê li Silêmaniyê bû sedema asmanê Tirkiyê li pêş Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de girtin û piştre êrîş lê bê kirin, di encamê de jî welatiyên me yên li herêmê baca şaştiyên wan bidin.

Divê dawî li van kiryarên nerewa bê û desthilata hikûmetê bê vegerandin û rêveberiyeke şayiste ku layîqê xelkê Silêmaniyê be û di xizmeta gel û berjewendiyên wan de be bê bicihkirin û dawî li wê rewşa aloz a wê herêmê were û jiyaneke bi rûmet ji xelkê serbilind ê Silêmaniyê re bê dabînkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 619 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:37:03