Daxuyaniya PDKÎ û Komeleyê ya derbarê êrîşa Îranê ya li ser baregehên wan

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li ser êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser baregeh û binkeyên wan daxuyaniyek belav kir û got, “Ti carî nikarin vîna me ya rizgariyê û azadiyê ji nav bibin.” Komeleye Zehmetkêşên Kurdistana Îranê dibêje, bi “11 firokeyên xwekuj” êrîşî baregeha wan kirine.
28.09.2022, Çar - 14:57
Daxuyaniya PDKÎ û Komeleyê ya derbarê êrîşa Îranê ya li ser baregehên wan
Nuçe Belav bike

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK) di daxuyaniya xwe ya îro Çarşemê 28 Îlona 2022an de bang li xelkê kir ku “hêrsa xwe li kolanên Kurdistanê nîşan bidin û careke din biselmînin ku ya ku nikare Kurdistanê bindest bike, doza me ya rewa ye. Îradeya we dê her dîktatorî bixîne ser çokan.”

Îranê îro 28ê Îlona 2022yan bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî ragihand ku nexweşxaneyan amadehiya pêşwaziya birîndaran kiriye û heta niha di êrîşan de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din Sekreteriya Komeleye Zehmetkêşên Kurdistana Îranê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji ber bombebarana Îranê ya li ser baregehên wan, ji bilî ziyanên madî, “2 Pêşmerge birîndar in û dermankirina destpêkê hatine kirin û ji bo nexweşxaneyên Silêmaniyê hatin şandin.”

Li gorî daxuyaniya Komeleye Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, êrîşa Îranê ya li ser baregehên wan ji aliyê “11 firokeyên xwekuj” ve hatiye kirin û navenda baregehên wan hatiye armanckirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:14:10