Daxûyaniya Encumena Asayîşa Kurdistanê

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê gotegota ku li çend malper û rûpelan de belav bûye, daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: “Em xelkê Hewlêrê piştrats dikin ku ti metirsiyek li ser Hewlêrê nîne û ti hêzek ber bi Hewlêrê ve nehatiye livandin.”
19.10.2017, Per - 06:57
Daxûyaniya Encumena Asayîşa Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya xwe de, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje:

“Hinek malper û rûpelên saxtekar û xapînok propagandayên wisa belav dikin ku qaşo metirsî li ser Hewlêrê heye, em dizanin çavkaniyên wan propagandayên wan kî ne û em dizanin ku dixwazin roal tabûra pêncem bibînin û rewşekê çê bikin ku şikest û şermezariya xwe pê veşêrin.

Em xelkê Hewlêrê piştrast dikin ku ti metirsiyek li ser Hewlêrê nîne û ti hêzek ber bi Hewlêrê ve nehatiye livandin û Hêza Pêşmerge jî di amadebaşiya temam de ye û hewlên dîplomatîk jî bo çareseriya vê rewşê pêngavên baş derbas kirine.

Cemawerê xoştevî yê Hewlêrê bila bi dilekî piştrats û moral ve xizmeta wan birayên aware bikin ku ji Kerkûkê berê xwe dane Hewlêrê û weke hemû gavan stargeha germ a birayên xwe bûne û di paşerojeke nêzîk de jî em dê vê rewşê derbas bikin û xapînokî û propaganda jî îradeya gelê me nahejîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:56:57