Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e

Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê gotinên Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Mun ku gotibû, êzidiyan ji bo rizgarkirina jinên revandî 45 milyon dolar dane, red kir û got, 'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e.'
09.02.2017, Per - 07:49
Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê Karûbarê Êzîdiyan di Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê de, Xeyrî Buzanî piştî civîna 7ê Sibatê ya bi şandeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya azadiya olî re daxuyanî da.

Li gor medya herêma Kurdistanê Buzanî rexne li dezgehên alîkariya mirovî yê navdewletî girt ku alîkariya pêwîst bo penaberan nakin û diyar kir, di civîna şandeya YEyê de, li ser pirsgirêk û gazinên êzîdiyan gotûbêj hatine kirin.

Buzanî herwiha gotinên Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Mun ku gotibû, êzidiyan ji bo rizgarkirina jinên revandî 45 milyon dolar dane, red kir û got, ‘ew yek dereweke mezin e.'

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1519 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:06:04