Dema vegera tîma wezîran a YNK’ê bo Encûmena Wezîran hate aşkerekirin

Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, heftiya bê tîma wezîran a YNKê dê vegere Encûmena Wezîran û beşdarî civînên wê bibe.
10.05.2023, Çar - 11:33
Dema vegera tîma wezîran a YNK’ê bo Encûmena Wezîran hate aşkerekirin
Nuçe Belav bike

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Pîra di daxuyaniyeke rojnamevanî de aşkere, heftiya bê tîma wezîran a YNKê dê vegere Encûmena Wezîran û beşdarî civînên wê bibe.

Ev daxuyaniya Seidî Pîre piştî wê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî roja 8ê Gulana 2023an civiyan û di daxuyaniyekê de hat ragihand, Di atmosfereke erênî de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.

Piştre jî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê civînê de li ser Twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Em bi hev re, hevnêrîn in li ser wê yekê ku em dikarin bi ser astengiyan de zal bibin û ji bo baştir xizmetkirina welatiyên xwe kar bikin, em bi hêz bimînin li hember wan metirsiyên ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:16