Dengdana taybet destpê kir

Îro ji demjimêr 8ê sibehê, piroseya dengdana taybet ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê destpê kir û hêzên Pêşmerge û Polîs û Asayişê li Herêma Kurdistanê deng didin.
28.09.2018, Cum - 09:16
Dengdana taybet destpê kir
Nuçe Belav bike

Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Hendirên Mihemed eşkere kir, ku 170 hezar dengderên taybet li Herêma Kurdistanê hene û piroseya dengdana taybet ji demjimêr 8ê sibehê destpê dike û heya demjimêr 6ê êvarî berdewam dibe.

Hendirên Mihemed eşkere kir, ku vê carê piştî demjimêr 6ê êvarî ku piroseya dengdanê bidawî bê, di heman demê de, ewê dest bi hejmartina dengan bikin.

Herwiha roja Yekşemê 30/9/2018an, wê hilbijartinên Perlemanî li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê bên kirin.

Duh jî Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Raprisiyê li Herêma Kurdistanê, di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku 3 milyon û 85 hezar û 461 kes li Herêma Kurdistanê, mafê wan ê dengdanê heye, di nav wan de 170 hezar dengderên taybet hene.

Hendirên Mihemed zelal kir, ku li Parêzgeha Dihokê 711 hezar û 218 dengder û li Hewlêrê milyonek û 109 hezar û 72 dengder û li Silêmaniyê milyonek û 196 hezar û 980 dengder û li Helebçe 68 hezar û 191 dengder hene.

Navhatî got jî: 23 rêxistin û kunsulxane ji bo çavdêrîkirina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, navê xwe li cem Komisyonê tomar kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:29