Derbaz Kosret: Divê em ji PKKê re bêjin rewş nazik e

Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirinê yê Herêma Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl eşkere kir, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soz daye YNKê daku pirgirêka petrola Kerkûkê çareser bike. Resûl li ser aloziya Xanesorê jî got, ku ew dixwazin şandeke hevbeş ligel PKKê rûne.
10.03.2017, Cum - 08:37
Derbaz Kosret: Divê em ji PKKê re bêjin rewş nazik e
Nuçe Belav bike

Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirinê yê Herêma Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl eşkere kir, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soz daye YNKê daku pirgirêka petrola Kerkûkê çareser bike. Resûl li ser aloziya Xanesorê jî got, ku ew dixwazin şandeke hevbeş ligel PKKê rûne.

Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirinê yê Herêma Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl beşdarî bûltena Rûdawê bû û derbarê naveroka civîna Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de zanyarî dan.

Derbaz Kosret Resûl ragihand; “Meha derbasbûyî Parêzgarê Kerkûkê ligel Wezareta Petrola Iraqê protokolek îmze kir. Di vê protokolê de çend xal hatine cîbicî kirin lê ew xalên bi nîtecihên Kerkûkê û kerkûkiyan ve pêwendîdar in nehatine cîbicîkirin. Serokwezîrê Iraqê soz daku dema vegera Bexdayê vê mijarê çareser bike.”

Resûl da zanîn, ku Hêza Reş a YNKê hê jî li ber deriyê şîrketa Petrola Bakûr a Kerkûkê ne diyar kir, ku dê çend rojên pêş me de ev hêz ji wir vekişe.

Derbarê aloziyên li Xanesora Şingalê de jî wezîrê YNKyî hişyariya wê yekê da ku destên derve dixwazin nav mala kurd têkbidin û got. “Em li dijî aloziya li Xanesorê bûn. Bi nêrîna me divê pirsgirêk bi guftûgo bê çareserkirin. Em, PDK û hemû aliyên din jî dixwazin komîsyonekê danûstandinê ava bikin û ligel PKKê bicivin, ji wan re bêjin rewşa niha ya Kurdistanê hestiyar û nazik e, divê vê rewşê li ber çav bigrin.”

Derbaz Kosret Resûl herwiha daxuyand, ku divê ji ber di rizgarkirina kurdên êzidî de rol lîstiye, spasiya PKKê bê kirin û herwiha jib o ve rewş wiha nemîne divê hemahengiyeke baş bê kirin.

Derbarê hebûna hêzên PKKê li vê herêmê jî Resûl got: “Vekişandina PKKê bi diyalog dibe. Ev yek jî bi serkirdetiya YNKê ve pêwendîdar e. Ez piştrast im ku dê PKK jî vê reşwê li ber çav bigre. Divê em ligel PKKê bigihin rêkeftineke seranserî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1752 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:39:55