Deriyên Kurdistanê vebûn!

Hikûmeta Îranê biryara vekirina herdu deriyên Perwêzxan û Hacî Omran da. Deriyê Perwêzxan duh bi şev ji hatinçûnê re vebû lê Deriyê Hacî Omran hê jî venebûye.
02.01.2018, Sal - 06:09
Deriyên Kurdistanê vebûn!
Nuçe Belav bike

Berpirsê Peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel Komara Îslamî ya Îranê Ebdullah Akrayî ji Rûdawê re ragihand, berpirsên Îranê ew agahdar kirine, ku ji şeva borî ve (01-01-2018) herdu deriyên Perwêzxan û Hacî Omranê vekirî ne.

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê Helo Mihemed ragihand, niha Deriyê Perwêzxanê vekiriye.

Lê peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir jî ragihand, ku heta niha jî Deriyê Hacî Omranê nevekiriye.

Herwiha Serpereştê Komalgeha Gumriga Hacî Omran Mesûd Batêlî ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha jî deriyê navdewletî yê Hacî Omranê nevebûye. Îranê derbarê vê yekê de ti tiştek ji me re negotiye.”

Roja 14ê Cotmeha 2017ê, weke karvedaneke li hemberî encamdana giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, Îranê hersê deriyê Başmax, Hacî Omran û Perwêzxanê ji hatinçûnê re girtin. Piştî 10 rojan Deriyê Başmax hate vekirin lê herdu deriyên din heta duh bi şev jî girtî bûn.

Ji bo bazirganî û hatinçûnê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de çend deriyên sînor hene, ku hinek ji wan fermî û hinek jî nîv fermî ne.

Deriyên li gel Rojhilataê Kurdistanê Perwêzxan, Başmax û Hacî Omranê fermî ne û deriyên Kêlê, Seyranben û Tawêle jî nîv fermî ne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:31:09