Destpêka sala xwendinê ya 2022 – 2023an li Herêma Kurdistanê hat diyarkirin

Ji bo sê rojên destpêkê, dê bernameyeke taybet ji bo hemû navendên perwerdehiyê were amadekirin
25.07.2022, Pts - 07:00
Destpêka sala xwendinê ya 2022 – 2023an li Herêma Kurdistanê hat diyarkirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê ragihand, sala xwendinê ya 2022 – 2023an, ji roja 13ê Îlona 2022an ve dest pê dike.

Li gor daxuyaniyeke Berdevkê Wezareta Perwerde Saman Sîweylî, bi biryara Encûmena Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê, roja Sêşemê 13/9/2022an sala nû ya xwendinê 2022 – 2023an li Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Li gor daxuyaniyê, di sê rojên destpêkê dedê bernameyeke taybet ji bo hemû navendên xwendinê hebe ku paşê hûrgiliyên wê dê ji tevahiya navendên xwendinê re bê şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 955 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:21