Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî 100 dibistanan nûjen dike

Di projeya herî nû de, Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî piştevaniyê û hemahengiyê li gel sektora perwerde ya Herêma Kurdistanê dike û 100 dibistanan nûjen dike.
21.07.2022, Per - 09:28
Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî 100 dibistanan nûjen dike
Nuçe Belav bike

Serpereştyarê projeya nûjen kirina dibistanan li Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Tuwana Cuma ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel hevbeşên xwe yên hundir û derveyî Kurdistanê û bi rêjeyekî zêdetir pişka dezgayê me ve, ji bo piştevanî û hewkariya sektora perwerdeyê li Herêma Kurdistanê, projeyekî nû bi hemahengiya li gel wezareta perwerdê ve emê cîhbicîh bikin. Ew jî nûjen kirina 100 dibistanan li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê ye ku bajarê Kerkûkê jî di nav de ye.’’

Herwaha got: ‘’Di vê projeyê de her dibistanekî re 10 hezar dolar hatiye cuda kirin, ku bikare bi awayekî herî baş bê nûjen kirin. Ji bo hemû projeyê jî dê 1 milyon û 81 hezar dolar bê xerc kirin.’’

Derbarê wan dibistanên ku pêwîste bên nûjen kirin de jî, Tuwana Cuma amaje bi wê yekê kir ku bi hemahengiya li gel wezareta perwerdê ve û bi spasî ve, ew dê wan dibistanan diyar kirine, ku pêwîstiya wan bi nûjen kirinê heye, em jî li gor rênmayî û hemahengiya wan projeyê cihbicih dikin.

Herwaha got: ‘’Em naha mijûlê cihbicih kirina wan projeyan in, lê bi piştrastî di demekî pêş de projeyên me yên zêdetir ji bo hewkarî û piştevaniya sektora perwerdê dibe.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:08:54