Dezgeha Hilbijartinê ya PDKê li ser lîsteya hilbijartinê daxuyaniyek weşand

Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê lîsteya pêncî û pêncî ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
11.08.2022, Per - 05:42
Dezgeha Hilbijartinê ya PDKê li ser lîsteya hilbijartinê daxuyaniyek weşand
Nuçe Belav bike

Berpirsê dezgeha yasayî ya saziya helbijartinên PDK Hawar Mihemed da zanîn, wan 2 lîsteyên hilbijartinan ji bo 100 kursiyên parlamentoyê pêşniyar kirine.

Herwiha Mihemed got ku wan pêşniyar kiriye ku gera şeşem a hilbijartinan bikin du lîste, yek bi 50 kursî ji çend deveran, û ti pirsgirêk bi 4 yan 12 deveran re nîne, mîna hilbijartinên Iraqê.

Derbarê 50 kursiyên din de jî Hawar Mihemed got, divê lîsteyeke niştimanî ya girtî di nav xelekê de were dabeşkirin, piştre her partiyeke siyasî 50 namzedan hebe, li gorî rêzbendiya namzedan, rêjeya dengan, partî dê kursiyan bi dest bixin.

Derbarê 11 kursiyên pêkhateyan jî got, wan pêşniyar kiriye ku tevahiya Herêma Kurdistanê bibe yek navçe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:15:40