Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 12 barhilgir alîkarî gihandin ziyandîtiyên erdhejê

Heta niha 12 barhilgir xwarin û derman û pêwîstiyên din gihandin xelkê ziyandîtiyên wan navçeyan.
11.02.2023, Cts - 09:58
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 12 barhilgir alîkarî gihandin ziyandîtiyên erdhejê
Nuçe Belav bike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di yekem roja erdheja Tirkiye û Sûriyê de, li jêr rênimayên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çendîn tîmên hawarçûn û alîkariyê ji bo navçeyên ziyandîtî şandin, heta niha 12 barhilgir xwarin û derman û pêwîstiyên din gihandin xelkê ziyandîtiyên wan navçeyan.

Li gor raporta sêyem a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji roja 6ê Sibata 2023an heta niha 12 barhilgir ku ji ava vexwarinê, derman, xwarina amadekirî, cil û berg û madeyên paqijkirinê pêk tên, ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bo navçeyên ziyandîtî hatine gihandin û pêşkêşî ziyandîtiyên erdhejê hatin kirin.

Ji bilî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, niha tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştine navçeyên ziyandîtî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

Li gor amarên herî dawî, zêdetirî 24 hezar kesan ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an li Tirkiye û Sûriyê canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:39:53